LI DERIYÊ QAÇÊ QÊRÎNA PEZ
Botan, warê qedîm… Kes nizane çiqas lehengê mezin di ser axa te ya pîroz re derbasbûye. Gelo çend serpêhatiyên keç û xortên qehreman li ser axa te hatiye jiyîn. Axa teyî pîroz bi xwîna hezaran keç û xortên kurd hatîye avdan.
Dîrok şahidê berxwedaniya lehengên gelê Kurd’ e. Ji ber kû Egîdî, berxwedanî û pîrozbûn mohra xwe her tim li rûpelên zêrîn a dîroka Botanê xistiye. Şopên bi hezaran şehîdên gelê Kurd heye li ser axa Botanê. Ev bîranîna min jî ya 97’ane. Êdî min carekê dest pê kir ez bîranînê xwe yê pêkenok xilas bikim, piştre yên dirêj bêjim. Ev jî bîranê min ê Botanê ye, sala 97’an payîzê em li Deriyê Qaçê bûn, bi gîştî tabûra me ya bi tevger em li Deriyê Qaçê bûn. Lê yekîneyên me ji hev cuda bûn, yekîneya hevalên xort jî li nêzî me bûn. yekîneya me ya hevalê jin jî heval Şevîn Dêrîk ê ku min di beşa dîtir de behs kir, li Kato Marînos şehîd ketibû. Ew heval fermandara yekîneya me bû, em jî wek yekîne disekinîn û me amadekarî dikirin. Ango amadekariya kamp û her wiha me amadekariya erzaq dikir û diçûn me erzaq dikişand, lê me bikar nedanî. Bi piranî me amadekariya zivistanê dikir. Me ew erzaq radikir. Ji bo ku wê di zivistanê de plansaziya hevalên mektebê kadro vekin. Ango perwerdeya taktik egtim vekin. Hem jî plansaziya hevalên dîtir hebû, ji bo hêzê kom bikin. Ji bo wê me erzaq derdixist, grubekî ji gund erzaq danîn Kato Jîrka me jî ji wir dikşand û amadekariya zivistanê dikir. Me çiqas erzaq dikşand jî, lê dîsa pirsgirêka me ya erzaqê her hebû, me zêde nedixwar. Me dixwest ku zêdetir ji bo buharê û zivistanê bihêlin.
Ji xwe tê zanîn di wan salan de ji aliyê dijmin ve ambargoyekî li ser herêmê dihat meşandin. Hatina erzaq ji gundan, ji bo hevalan bi rasti jî zehmet bû. Ji bo wê min got erzaqên ku pir zehmet dihatin me binerd dikir û radikir. Lê pezê me hebû û pez jî hevalan zû bi zû nedidan. Hevalan bi piranî dixistin qelî, ji bo werza zivistanê ku tevahî heval jê sûd wergirin. Lê du heval niha navê wan nayê bîra min, du hevalên xort li ber pez disekiniyan. yekîneya me ya hevalên jin em li ser patîkan bûn, patikaya ku ji jêr de tê Deriyê Qaçê. yekîneya hevalên xort ne li ser patîkan bûn, jortirî me bûn. Xwarina hevalan her çend rojan carekê didan hevalan bi dîqet bikar tanîn. Ji ber ku yê hemî herêmê bû û zêdetir ji bo qeliya zivistanê hevalan çêdikirin. Demekê hevalan di got dilê me diçe goşt, lê tevî ku dixwest nedidan me. Çend caran me ji hevalên ku şivantiya pez dikirin xwest, ew heval bi rastî cîmrî(çikûs) bûn. Tevî ku me çend caran xwest nedan me, me dîsa xwest. Neyse me jî got; ew di kurdîtî de meseleyek heye dibêje ‘bixwaze ku nedan bidize’. Me jî got neyse meşrû ye, em ê sizma bikin. Me navê diziya xwe jî kiribî ‘sizama zaten’. Piştî ku çend caran me xwest û nedan, bi kombûnekê me plansazî çêkir.
Niha bi taybet mangayeke me hebû tam li ser patîka bû, hevalên xort her roj nîvro pez ji wê patîkayê ji jor de Deriyê Qaçê de danîn, ji bo ku av bidin wan. Ango di ber noqteya me re derbas dikirin. Me jî bi hev re plansazî çêkir, dema ku îro nîvro derbas kirin; em ê ji xwe re pezekî sizma bikin. Lê divê şivan pê nehesin. Pez zehf bûn, lê du şivanê pez hebû. Hevalek li pêşiya pez û hevalek li dawiya pez dimeşiyan. Neyse me got em çi bikin, çi bikin heval herî dawî biryar dan fikirîn gotin em ê: li ew manga li ser patîka em ê hemî li wir kom bibin, moral çêkin. Em ê wisa qelebalix bikin, wekî ku em pîrozbahiyekê dikine. Dema ku pez di ber me re derbas bûn, hema ji nîva pez ji destpêkê nabe; ji ber ku destpêkê heval heye û li dawî heval heye. Lê li nîva pez kes nîne, şivan tune ye. Pez hema, hemî pezê spî bûn, serê xwe nimiz dikirin û diçûn. Me jî wisa pezekî guncav, pezekî kete serê me, em ê hema bigrin û têxin navbera xwe û qelebalix bikin, Ji bo ku dengê pez dernekeve û heval pê nesehesin. Neyse me wisa plansaziya xwe çêkir. Ji xwe em hemî di pusuyê de ne û em her qelebalix dikin û moral dikine. Çend yamurlikê hevalan hene me hemî kom kiribûn gel xwe. Çenteyên hevalan me komkiribûn gel xwe. Me got dema ku me pez xiste navbera xwe, em hemî wisa çember sekinîbûn. Dema ku ez dibêjim manga, cihekî erazî vekirîbû tenê wisa derdora wê, belkî wisa rêzek du kevir danîbûn. Ew jî ji bo ku bager lê nede. Ji ber ku Deriyê Qaçê sar bû! Lewra me ew çentane derdora xwe kom kiribûn û me çember çêkir, me got dema ku me pez anî em wan yamurlikan jî bavêjin ser ji bo ku deng dernekeve. Pezekî dema ku mirov ji yên din qut dike pir qelebalix dike, ango deng derdixe qîr dike.
Dema ku heval bi me hesiyabûna jî me yê ceza bixwara. teqez wê hevalan em rexne bikirana. Ji bo me jî wê nebaş bûya û ji bo yekîneyê jî. Lê me jî got bila hem wek bîranîn be û hem dersek bidaya wa hevalên şivan ji ber ku me çiqas dixwest jî pez nedidan me. Car caran didan hevalên xort, lê nedidan me. Me gotibû bixwazin ku nedin em ê bidizin ya, ya din me got ka em binerin ku em di sizmayê de çiqas xurt in. Neyse êdî tam dema wê bû, ber nîvro bû şivan derket ew heval derket, me jî xeber da hevûdin û wisa em sekinîn ji xwe re me morala xwe dest pê kir. Me dît ew hevalê şivan niha navê wî nayê bîra min, heval hat derbas bû silav da, me jî wisa silav da me û me moral a xwe dewam kir, wek qey hayê me jî nîne. Welleh ew heval qederekê derbas bû, me ji xwe re wisa staran digot û hingî ji me dihat me qîr dikir û tilîlî davêt û me çepik lêdida, me got ku piştî pez hat nebêjin van ji nû de dest bi moral kiriye. Welleh êdî tam orta pez hatibû êdî şivanê me yê dîtir ê dawî, ew hîn li dawî mabû. Pez tam hate ber me, hevaleke me ya zîrek hebû wisa li ser xwe bû, min dît bi carekê de hema yamurlık li xwe kir çû avête ser pezekî û xirikand û anî danî navbera me, me hemiyan xwe bi ser pez de xwar kir û me qîr kir. Ji ber ku pez pir qîr dikir û gazî şivan dikir ji bo ku wî xilas bike. Lê mixabin me tam plansaziyeke xweş çêkiribû, em li derdora wî bûn û me hemiyan wisa destê xwe avêtiye ser pez, me yamurlik jî avêtibû ser pez û em qîr dikin û tilîlî davêjin. Ama hingî ji me tê em siloganan davêjin, tilîlî tavêjine, çepikan lêdidine û her carê pez dibêje Meeee em tilîliyan tavêjin, em dibêjin bila dengê pezê veşêre, ama her carê digot Meeee qîr dikir me dengê wî bastirma dikir. dengê qelebalixê hevalên jin jî ji xwe ne normal bû, bi taybet jî dema ku tilîlî davêtin, ji xwe ew kevirê Deriyê Qaçê deng vedida (yankı dikir). Me jî plansaziyeke wisa çêkir, welhasil her me qîr kir. Ama em westiyan heya şivanê dawî hat me her qîr kir, tilîlî avêt.
Hem qîra peze û hem jî dengê me, hemû tevli hev bû. Hem dengê me û hem jî dengê pezê me. Me pezê xwe wisa revandibû, pezekî xweş bû jî, bi bereket bû têra yekîneya me dikir. Keyfa me pir xweş bu ji ber ku me peza xwe sizma kiribû. Hem ji kêfxweşiya pez û hem jî me ji xwe re moral çêkir zaten. Heya ku ew pez hemû derbas bûn, bera bera me wisa kevir davête pez ji bo ku zû biçin û zû derbas bikin, pezê me hindik maye ku bifetise. Me got ji bo ku pezê dîtir û şivanê dawî jî biçe, welleh me her diber de Ê Ê dikir û kevir davêt û di ber re jî me qelebalix dikir. Ji bo ku ew pezê me girtiye sizma li ser kiriye me deşîfre neke, neyse welleh wisa çend deqe derbas bû, welleh pezê me, pezê spî, dibêjin ya mihin yanî serê xwe nimiz kiribû, ji xwe re wisa hêdî hêdî diçû, dunya jî gerim bû. Neyse wisa pezê me derbas bûn hemû çûn, me meyze kir; hevalê me yê dîtir ê şivan ê dawî , vêcar hat meyze kir em moral çêdikin qîja wîja me ye. Çawa me şivan dît me hîn zêdetir qîr kir, me got bila dengê pez pir e, ku deng biçê ne baş e. Ji milekî de jî dibêjin inşellah pezê me mirar nebe nefetise, tabî bifetisiya me yê dîsa jêbikira. Ama me got bila nefetise, me her dengê xwe bilind dikir û me qîr kir û tilîlî û sloganê xwe me berdewam kir, qîje vîja hevalên me yên jin bû. Me meyze kir wî hevalî jî wisa bi kêfxweşî got merheba heval hûn çi dikin? Me got tu dibînî welleh me ji xwe re moral çêkiriye. Welleh got qewet be û me jî jê re got qewet be û çû qet ferq nekir zaten. ji xwe hevalan qet nedjimartin, ferq nedikirn ku ferq kirana jî nedizanîn ku me sizma li ser kiriye. Welleh ew heval jî wisa çû piştre me meyze kir xwe bi jêr de berda, ango xwe bi jêr de berda me zanî êdî deng naçê. Me jî di dawiyê de tilîliyeke xweş da.
Êdî me çalakiya xwe bi ser xistibû ya. Me di dawiyê de wisa stranê xwe jî xilas kir, çepkê xwe lêda û tilîliyên xwe avêtin. Me hema pezê xwe bi carekê de girt, ew hevalên wisa ku ji pez fêm dikirin , di carekê de pezê me bir manga me ya herî dawiyê, êdî ne li ser patîka, manga me ya herî jor û pez birin wir, di mutfaxê de bi veşartî me ew pez serjê kir. Me çewa bi veşartî girt me wisa bji bi veşartî û bi afyetî xwar. Ji xwe heval qet pê nehesiyan, qet ji me re behs nekirin. Bûbû raza (sıır) yekîneya me. me di navbera xwe de got dibê em ji hevalên şivan re jî û ji hevalên xort re jî kesin behs nekin, pêwîste kes pê nehese, ku pê bihesin; wê heval hem me rexne bikin û hem jî êdî em bixwazin jî wê nadin me. Ango me tedbîrên xwe wisa girtibû, vê carê û pir carên dîtir jî, me wisa li ser hevalên şivan sizma eylemî dikir ji bo pez. Lê vê carê pir ecêb bû, wisa wek dibêjin pir bi plansazî bû ez wisa bêjim, yadin wek dibêjin çaktırmadan, li kêleka wan me pezê wan sizma kir, lê pê nehesiyan me pezê xwe xwar. . . . ؤشir wisa girtibÎ wê nen ehs nekirinali jir
NÎŞTÎMAN SORXWÎN
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER