GER TU XWE-BÎ, TÊ HE-BÎ… WEKÎ DIN TÊ TINE-BÎ
Hizrandinên min ên li ser pêvajoyê ez birim nava kûrahiya wateya du têgehan. ‘Hebûn û xwebûn’. Gelek peyvên kurdî yên bi tîpên “xw” û “h” destpêkirine hene. Ji van di peyvên xwebûn-hebûn de her du tîp, hem weke bilêvkirin û hem jî di wateyê de gelekî nêzîkî hev in. Ji xwe zimanê kurdî xwedî dîrokeke gelekî kûr e. Kûrahiya dîrokê di şêwazê hûnandina peyv – wate – hişmendî de jî diteyise. Di zimanê me de her peyveke resen bixwe jî weke awêneyeke heqîqeta jiyanê ye. Ji bo zanîna vê pêwîst nake mirov zimanzanek pir pispor be. Kurdek birastî girêdayî çand û nirxên xwe be, heta astekê heqîqeta di ziman veşartî de dizane. Lê bawerim şîroveyeke berfirehtir a zimanzanan jî ji bo vê heye.
Weke gelê Kurd ê xwediyê vê heqîqetê me xwe her di nava berxwedanê de dîtiye. Bi Tevgera Apoyî re jî ev nêzîkî 50 sale em vê têkoşînê kelî bi kelî dijîn. Ji bo çi hewqes têkoşîn, şer û berdel? Bersiv jî ev e; bes ji bo mayîneke birûmet ango ji bo ‘hebûn’ê.
Heyîn û hewla ‘bûn’ê heqîqeteke gerdûnî ye. Ji bo tevahî mirov, ajal an jî şînahiyan ev derbasdar e. Ji perçeyê herî biçûk ê madeyê yê em dizanin, heta gerstêrkên herî mezin ê gerdûnê jî ev wiha ye. Di nava ahengeke pir muhteşem de her tişt dixwaze bibe û hebe. Her wiha li hemberî kîjan heyînê zext û zor were bikaranîn ew jî wê hewlbide hebûna xwe biparêze. Ji ber armanca wê weke hebûn mayîne. Êrîşên tinekirinê çiqes dijwar bin, berxwedana parastina hebûna xwe jî wê hewqesî mezintir be. Jixwe her tişteke bê kirin, mîsoger beranberiya xwe avadike. Êrîş hebe, wê berxwedanî jî hebe. Lê hebûna di bin êrîşan de ne rewşeke asayî ya berdewamî û dewlemendiyeke jiyanî ye. Di vir de destwerdaneke hişmendiya desthilatdariyê mijara axaftinê ye, derveyî rewşa xwezayî ye.
Weke gelê Kurd li beranberî êrîşên qirker ên dewletên li Kurdistanê, bi têkoşîna azadiyê, em behsa hebûna xwe dikin. Ev tinekirin ango qirkirin civakî, çandî, zimanî, dîrokî, siyasî û helbet fîzîkî ye jî. Weke gel em jî heyînekin, hem jî heyîneke xwedî kokên bihezaran salane. Lê heyîna me rûbirûyî êrîşên qirkirinê ye. Têkoşîna me ya bidehan salan jî ji bo asayîkirina hebûna xwe ye. Ji bo bûna heyîneke asayî ye.
Ji xwe di zimanê me kurdî de jî hebûn û xwebûn, du têgehên pir nêzîk û girêdayî hev in. Pêwîste hebûn bi xwe be. Ti xwe bî, dikarî hebî, dikare wateya heyîna te hebe. Ne xwe bî, heyîna te jî sexteye. Yan jî mirov dikare wiha bêje; hebûneke xwebûn be, rewşa asayî dijî. Ji bo xwebûnê jî destpêkê hebûnek pêwîst e. Her hebûn di heman demê de xwebûneke jî. Yê xweye, ne tişteke dine. Ji xwe di navbera wan de tenê tîpeke ‘xw’ û ‘h’ ji hev cuda ye. Heta ev herdu tîp jî pir nêzîkî hev in, telefûza wan jî hema hema weke hev in. Tenê yek ji ya din hinekî hişktir e. Gelo ev tesadufeke; du têgehên bê hev nebin û hewqesî gêrêdayî hev bin, navê wan jî hewqesî nêzîkî hevbe. Dîroka me wateyê di nava hezaran salan de wiha hûnaye; ger tu xwe-bî, tê he-bî… Wekî din tê tine-bî.
Hebûn û xwebûn çiye, weke jinên Kurd me ji Rêber APO zanî. Di têkoşîna azadiyê de, bi felsefa Apocî me xwe naskir. Bi naskirina xwebûnê, me karî di rêya hebûnê de bimeşin. Ji ber vê weke jin me ji Rêbertî hezkir û da ser rêça wî. Gava yekemîn bi hezkirinê me hûna û meşa zanînê me geştir kir. Em bûn Besê, Berîvan, Berîtan, Zîlan, Sema, Vîyan, Sara, Arîn û Evîn. Em bûn Saraya porsor û me hevaltiya destpêkê bi Rêbertî re kir… Ji bo hebûn û xwebûnê em bûn teyr, me bask vekir û ji zinaran bi azadî firiyan… Em bûn bombe û teqiyan di nava dilê qirkeran de… Em bûn agir û me şewitand dil û mêjiyên bi hezaran salan qerîsî… Em bûn Evîn, me dil da xwebûnê û me da ser rêça hevaltiya Sarayan…
Îro her yek ji me ji Sara heta Evînan xelekên hebûnê bixwene. Hebûna jina azad di pêşengiya jina Kurd de gihaştiye xwebûnê. Lewma dijmin hewqesî binefret êrîşî jinên Kurd ê pêşeng dike. Êrîşî xwebûna jinê dike. Her êrîşeke li dijî jina azad di heman demê de êrîşa li dijî Rêbertî bixwe ye. Ji ber çavkaniya hebûn û xwebûnê Rêbertî bixwe ye. Îro em yek bûne mîlyon û hebûn ji mîlyonan jî pêk were em her yek in. Em ji hev nayên qutkirin, em bi hev re hene. Lewma gava em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêkbînîn wê asayîbûna heyîna me jî pêkbê û bersiva êrîşên qirkirinê di wateya rastî de bêdayîn.
DÊRSİM ARAS
pajk.org
YORUM GÖNDER