WE GAVA DESPÊKÊ YA GERÎLLA AVÊT!
Dema em şervanên nu bûn em ji Kelereşê hatin, me hinek herêm derbaz kirin wê demê ji quwertê Boranê hinek heval ji bo erzaq hatin û bi wan re qederek hêstir hebûn, emê jî bi wan re hatiban. Hevalan hespek jî ji bo heval Cemal bi xwe re anîbûn. Ew hevalê ku ez pêre hespek dabû min û got tu jî lê siwar bibe, lê min jî qet nedizanîbu lê siwar bibim û ez pir jê ditirsiyam. Ez li pişta hevalekê siwar bum û min hişk pişta wê girtibû. Ji ber ku min nezanî bu çewa li hespê siwar bibim em herdu heval çend carê ji pişta hespê ketin xwarê. Dema ez xwardibûm diketim xwarê min ew jî bi xwe re dixist.
Erazî zozan bu û pir xweş bû. Hevalên li pêşiya me li ser hespê dema hespê xwe dibezandin, hespê me jî bi xwe dibeziya. Ez pir ditirsiyam û min nedikarî xwe bigirim. Em çend şevan meşiyan piştî çend şevan em hatin nêzî Başkale bûn, beriya em nêzî Başkale bibin em ji bo xwarina êvarê bixwin em li cihekî sekinîn li gel me xwarin jî nebû. Ew çend roj bû em dimeşiyan, ez çend care ji pişta hespê ketibum em pir birçî bibûn ji ber wê hal di me de nemabû. Piştî em gihiştin kampê heval ji bo agir pêxin çun gonî komkirin anîn çayê danîn ser.
Hevalek li gel me hebû pir hêja bû got ezê niha rabim ji bo we xwarina fermandaran çêkin, dema we xwar hun jê têr nabin. Heval ji barê hêstirê qotiyek selçe anî di nîvê re kir qet, ew kozên ji bo çayê pêxistibûn danî ser wan kozan û bi kefçikekê hêdî hêdî nîva qotiya selçê kor kir û hinek dohn xiste nîvê û têkveda heya ku ew selçe sor bû. Di rê de dema em ber gundekê re derbaz bibûn hevalan hinek nan jî bi xwe re anîbûn. Hevalê xwarinpêj dema selçe anî danî ber me got binêrin heval ev xwarin li gel me pir bi qîmete û xwarina fermandara ne ji her kesê re nayê çêkirin, lê jiber kû hûn mêvanên me yên taybetin û hûn hevalên YAJK ne ji ber wê me ji were jî çêkir. Min jî ne dizanî YAJK çiye, dema min pirs kir nû hevalan ji min re got.
Em êvarê gihiştin Başkale, ger şaş neyê bîra min fermandarê yekîneya wêderê heval Bêzat bû. Niha ew grupa ku em bi wan re hatin, hinek hêstir, hinek jî cepxane û hinek kurtan bi xwe re anîne. Ew kurtanên ku li Îranê çêdikirin pir xweşik û bilind bûn. dema em gihiştin kampa xwe hevalan erzaq anîn xwarê birin cihê wan, hesp jî hemû kom kirin birin cihekê din.
Hewaya Başkale jî li rexmê ku payîz bû jî ew qasê sar bû nayê tarîf kirin. hevalek hat gel me got heval li vê kampê hevalên jin li gel me nînin, hemû hevalên xortin niha heval hemû çûne bêhndanê, emê niha ji bo razanî ji we re cihekê wisa xweş çêkin hûn di jiyana xwe de vê cihê xweş ji bîr nekin. Dema em nû ketin ser rê hevalan beteniyek jî dabû me, gotin dema hun şev rêde man hûnê bi xwe de bikin. Heval çû ew herdu kortanên hespan ku bi xwe re anîbûn, danî û got ji me re got bikeve navde hewa pir sare, em herdû heval ketin nava kortanan de têrên hêstiran anîn danîn derdora me û gotin di vê kampê de cihê hevalekê wek yê we xweş û gerim nîne de vêca razên. Têrên anîbûn danîbun derdora me bêhna hêstiran jê dihat, lê ji ber ku hewa pir sar bû me nedikarî em serê xwe derxin. Ji ber wê me xwestiba ne xwestiba me nedikarî ji nava kortanê derkevin derve, cûda cihekî din jî tine bû. Heval ji beriya biçe got li jora we hevalên nobedar hene, ji cihê xwe dernekevin heya sibê emê rabin bi hevre taştê bixwin û çû cihê xwe.
Ji ber xweşiya zozanên Başkale, westandina ew qasê rê û heyecana qada gerîla em ketin xwekî pir kur heya sibê em bi xwe ne hesiyan. Çewa bu sibe em bi xwe rabun çun ser avê me dest û ruyê xwe şuşt, av hingî cemidî bû mirov dibêje qey ruyê mirov diqelişî, lê min ji ava sar pir hez dikir. Hêj em li ser kaniyê hevalek hat em birin cihê xwarinê me mêzekir hevalên grupa em pêre hatine kes ne razabû hemû dinava tevgerê de bûn, hingî heval sar bibûn hêj serê sibê zû her yekê xwe dabû serê tehtekî li benda rabûna tavê mabûn. Ji ber ku bi rastî jî zozanên herêmê pir sar bûn. Piştî ku tav derket hevala hinekê xwe gerim kirin, weku dibêjin cemeda laşê wan heliya hemû daketin hatin xwarê, gotin wela hun pir bi şansin em şevêdin qet ne razan heya sibê, me cihê herî xweş dabû we hun ji xwe re têr razan. Têr û kurtanê hespan bi destê me neket em jî têr ji xwe re razên.
Hevalan xwestin bi van henekên xwe moral bidin me û bi vê şêwazê xêrhatina me jî dikirin. Ji ber ku dizanîn piskolojiya me di nava têr û kurtanê hespan de xirabuye. Min tû carê ne difikirî ku ezê rojekê di nava têr û kortanê hespê re wisa heya sibê xew bikim, lê bi rastî jî ew çend roj bû min xewekî ew qasê xweş nekişandibû. Ji xwe piştî wê xewa di nava têr û kortanê hespê de, hevalan digot; em dikarin ji we re bêjin êdî hun bûne gerîlla, ji ber ku we xwarina fermandaran xwar, hun pir meşiyan, hun têra xwe cemidîn û hun di nava kortan û têrê de razan.
Em hatibûn cihekî wisan ku berxwedaniyek dîrokî lê hatibû jiyan kirin
We gava despêkê ya gerîlla avêt, we îspat kir ku hûn dikarin bibin gerîlla. Demekê paş em şevek û rojekê geh bi hesp geh bi ling meşiyan gihiştin Çiyareşkê, hevalan behsa du sal beriya wê çalakî, qehremanî û buyerên şahadeta hevalan ku li wir çêbibûn ji me re kirin. ango çewa derdora hevalan hatiye girtin, hevalan çewa li ber xwe dane, çewa heval li wir gihiştine şahadetê hemû ji me re behs dikirin. Dema em hatin Çiyareşkê hêj nebibû şev, ber êvar bu. li wî cihê ku heval lê şehîd ketibûn hê şopên buyerê weke parçeyên şotikên hevalan, qalikên mermiyan, parçeyên topan dihatin dîtin. Bi hemû diyarbûna xwe mirov hîs dikir ku qetlîamek li wir çêbûye. Hevalan jî bi qasî ku bihîstibûn ji bo me behs dikirin, bi rastî jî hestekî pir giran bû û li ser me pir bandora xwe da çêkirin.
Em hatibûn cihekî wisan ku berxwedaniyek dîrokî lê hatibû jiyan kirin. hevalan ew kamp bikarnedanîn, tenê grupên dihatin û diçûn bêhna xwe lêvedikirin. Em jî wê şevê li wir man, hêj êvarê xeber ji hevalan re hat gotin li milê Feraşînê wan deran operasyon derketiye pevçûn çêbûne û heval şehîd ketine, eger operasyon paşde kişandibe emê biçin eger paşde nekişandibin em naçin. Wê demê heval Cemal jî li Feraşînê bû emê jî çûban gel wan ji xwe hevalê bi me re jî girêdayî wî bûn. Me hêj heval Cemal nedîtibû , lê hevalan ji me re gotibû ew fermandarê herêmê ye hevalekî kene. Heval ji min re got dema em çûn gel heval Cemal îhtimale te bişîne Başûr ji ber temenê te hêj biçûke, lê tû pêşniyar bike û di pêşniyara xwe de israr bike ji bo tu li Botanê bimînî.
Eger tû derbazî Başûr bibî êdî tû nikarî werî Bakûr, ji ber pêwîste tu li Bakûr bimînî ku tû fêrî gerîllatiya zehmet bibî, ew heval bi min re pir dibûn alîkar tişta ku min nedizanîn fêrî min dikirin. Ji bo ku ez li Botanê bimînim û divê xwesteka xwe de israr bikim min xwe amade dikir. Wê demê me xwesertiya jin famnedikir hema ji me re gotin ji heval Cemal re bêjin me jî got temam. Piştî ku xeber hat gotin operasyonê xwe paşde kişandiye, em serê sibê ketin rê û em çar demjimêran meşiyan rêya me ne gelek dur bû, em hatin Beresiyê gel hevalan.
Li wê derê hevalan taştê da me gotin heval di şer de heval şehîd ketine merasîm heye. Ji wan hevalan sê hevalên jin heval Nîştîman, heval Medya û heval Zinarîn hebûn. Cara yekem bû ku em tevlî merasîma şehîdan dibin, hevalan ji me re gotin hun jî dixwazin tevlî bibin me jî got erê emê jî tevlê bibin. Dema merasîmê hat heval ketin sirayê em jî ketin sirayê, lê ez ji şervanên nu hatime û derbarê merasîmê de tiştekî nizanim. Hevalan gotin tu jî bikeve sireyê hema me çi kir tû jî wê bike ji xwe çek jî nîne. Di grupa me ya ku hatibû Feraşînê em du hevalên jin du hevalên xort çar heval bûn. Dema em ketin merasîmê hevalan ez dam pêşiyê me xwe amade kir, me dît ku darbestên hevalên şehîd anîn cenazeyê wan bi ala PKK’ê pêçabûn anîn danîn ser kevirên li pêşiya me. Di merasîmê de destpêkê hevalek hat axivî paşê heval Cemal hat derket pêşiya me dest bi axaftinê kir, heval bi kurdî daxivî û dema di aliyê îdeolojîk de daxivî, min zêde fam nedikir. Tenê min dizanî li ser hevalên şehîd daxive. Ew çend demjimêr bu merasîm berdewam dikir, tav li serê min daye, axaftina heval Cemal hêj berdewam dike.
Min heya wê kêliyê jî hevalên şehîd nedîtibûn, atmosfera heyî ji bo min pir giran hatibû û di merasîmê de ez ketim xwarê û li ser hişê xwe çûbum. Carekê de min çavê xwe vekir ez dibin tehtekî deme û dengê hevalek xort tê, gazî min dike got; heval hemû çune hevalên şehîd veşêrin heval Cemal ez şandim got biçe heval mêze bike rewşa wê çewaye. Min jî got ez başim spas dikim, wî hevalî av nîşanî min da got; biçe ser avê çavê xwe bişu wê gavek din heval werin. Heval hatin hinekê henekên xwe bi min kirin gotin çewa çêbû hema tu cara destpêkê de ketî erdê, divê tû êdî fêr bibî tû êdî gerîllayî divê tû êdî fêrî her tiştî bibî. Roja destpêkê bû, hema me dixwest hema zu em tevlî hertiştî bibin me her tişt mereq dikir.
Bu dema xwarinê hevalan got hûnê xwarin bixwin û piştî xwarinê wê heval Cemal bi we re baxive. Beriya ez jî tevlî bibim min navê xwe kirye Sozda, wisa jî ketiye sicîlan. Piştî xwarinê em herçar heval çûn gel Heval Cemal wê demê hêj heval Zelal nehatibû alanê. Em çûn gel heval Cemal rûniştin xêrhatina me kir ji min pirs kir got navê te çiye, min got Sozda. Got çima Sozda min got ji ber ku min soz daye. Got başe heval ji xwe tu li ser soza xwe sekiniye û te tevlîbûna xwe ji refê gerîlla re çêkiriye. Heval Nîştîman duh di pevçûnan de şehîd ketiye, em navê te bikin Nîştîman, dibe? min jî got hûn dizanin.
Heval Cemal ji min re got; tû dizanî wateya navê Nîştîman çiye? Min got na ez nizanim. Got tê wateya Welat. Min jî got başe wateya wê jî xweşe. Heval Cemal pênûsek da hevalê li gel xwe got li ser destê wê binivîse heya ku jêdiçe wê fêrî navê xwe bibe. Heval jî hat li ser destê min yê çepê Nîştîman nivîsand. Hevalên din jî yek bi yek navên wan gûhertin û navên hevalên şehîd lêkirin. Piştî wê heval Cemal ji me re got emê we bişînin Başûr nabe ku em hevalên şervanên nu bihêlin vir, operasyonan destpêkiriye şer girane.
Me herçar hevalan jî xwe amade kiriye û me gotiye çi dibe bila bibe em naçin Başûr. Em nizanin Başûr çiye kuye jî lê ji ber ku hevalan ji mere wisa gotiye me xwe îqna kiriye. Heval Cemal kir û nekir hingî bi mere re axivî me qebûl nekir me got em naçin Başûr, em dixwazin li vir bimînin. Heval Cemal got; şer pir girane, hun dikarin şer bikin? Me got erê hun çewa bikin emê jî wisa bikin. Heval Cemal zivirî min got heval tû pir biçûkî nabe tu li vir bimînî, emê te bişînin Başûr mezin bibe paşê emê te şunde bixwazin. Min got heval ez dixwazim li vir mezin bibim naxwazim biçim. Herî dawî nekarî me razî bike û got; başe li vir bimînin. Paşê em çûn Katoyê Jîrka, me perwerdeya xwe li wir berdewam kir. Her cihê ku em diçûn me dest bi perwerdeya xwe dikir operasyonê destpêdikir hevalan em ji wir dibirin li cihekê din bi cih dikirin. Ji bo wê yekê me her parçeyekê perwerdeya xwe li cihekê dît. Bi vî şêwazê me dest bi gerîlatiya xwe kir.
NÎŞTÎMAN SORXWÎN
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER