DI RASTIYA SEDSALA 21. DE ŞOREŞA JINÊ Û PIRSGIRÊKA PÊŞENGTIYÊ
Serdema em tê de dijîn sedsala 21.mîn, erdnîgariya ku em lê diJîn Rojhilata Navîn jî cihê ku pîrozî û lanet bi rengê herî kûr lê tê jiyîn e.
Ji axa Rojhilata Navîn ku tî û aşiqê azadiyê ye, jin bi kedê, ked bi jiyanê, jiyan jî bi azadiyê, bi heqîqetê re wateya xwe di vê serdemê de dibîne. Xwe ji laneta xwedayan û ji tarîtiya dîrokê vedizilînin û ji zayîna rojeke nû re derî vedike. Em evîna azadiyê hembêz dikin, li axa ku cewherê me îfade dike ber bi azadiyê dimeşin. Em ber bi azadiyê û eşqê û di derbarê komkirina dilên azad de gavan davêjin. Hebûn ber bi avabûnê, avabûn jî xwe bi nasînê, xwe dibexşîne hişmendiyê û di rêya hevdîtina heqîqet û zanyariyê de em pêş dikevin.
Bi jintiya ku ber bi zayîna azadiyê ve, bi meşa zanayî ya bêdawî ya ku bi tavê hatiye hêvankirin re dimeşin. Em li ez a xwe ya ku di vê rêyê de winda bûye, li dîrok û civaka xwe bi azwerî li wan digerin. Li azadiya xwe ya ku di rûpelên tarî de hatine windakirirn, perdekririn, hatine veşartin, digerin. li azadiya ku bi hemî amûrên xext û zordariyê xwestine tune bikin digerin û derdixin ronahiyê.
Em wek jin di ev erdnîgariya ku em tê de dijîn, rêyên me, cîhana me, hişmendiya me, hestên me yên ku hatine tarîkririn. ji bo ku ji nû ve derxin ronahiyê û rûyê erdê, em gavên şênber ber bi tekoşîna azadiyê ya ku di sînorê zanînê de diherike, davêjine. Bi meşaele û agirê azadiyê ya ku me xistiye deste xwe, em xwe ji nû ve ji xweliyê xwe ava dikin û dema wê dijîne. Xwe zanîn û xwe dîtinê dijine. Wateya bûyina xwe dijine. Ev meşa şoreş û azadiyê ye. Ev li hember hemî pêkanînên dermirovî ya dîroka hişmendiya baviksalarî ya ji jinê re rewa hatiye dîtin, tekoşîn û serhildan e. Ev meş û rêya şoreşa civaka exlaqî û polîtîk e ya ku bi nirxên jinê re hatiye avakirine. Şoreşa civakî ya ku xwe dispêre hişmedniya azad a jinê û serdema zêrîn a afirandina hişmendiya azad e. Meşa bûyîna jin, wek jin jiyankirin, meş, dîtin, hîskirin, jiyankirin, hezkirin û ketina rêya jinê ye.
Careke din çanda xwedawendan û nirxên jiyanê ku li erdnîgariya Toros- Zagrosan hatibû jiyîn, ji nû ve pêkanîn, danejiyankirin. Ew e ku bi kêliyên dîrokê yên herî zindî û wate re jiyankirine.
Şoreşa jinê ya ku xwe dispêre hezaran sal, ne xwedayê xwedayan Zeusan, ne xwedayê mirinê Hadesan, ne jî xwedayê bahoz û talîzokan Mardûkan karibûn bisekinînin. Ne Fîrewnan û ne jî Dehaqên zalim karibûn stûxwar bikin. Ev meşa şorşeşê ya ku bi hemî rengên lanetê û îstîsmarê re rû bi rû maye, li erdnîgariya Mezepotamyayê ji nû ve bi jina çiyayî ya biberz û xurûr, bi dîrok û civakbûna xwe re dibe yek. Di vê wateyê de erdnîgariya Mezepotamya, bû erdnîgariya ku ew hêviya jiyan û azadiyê yên ku hatibûn şikestin, ku jin nû ve aj bide, şîn bibe, bejin bavêje û careke din bi çanda Star re bicive. Ev çand, çanda bêdawî ya meşa azadiyê ye. Ev çand, li Mezpotamya jorîn bûyîna jina çiyayî, bûyîna xwedawenda çiya û ji hemî cîhanê re dayiktî kirine. Zanîna raza jiyan û mirinê, kevneşopiya çanda xwedawenda xêr û bereketê ya xwedawenda Nînhûrsag e. Berdewamiya kevneşopiya xwedawenda berhemdariyê, berketê û zanînê ya Înanna ye. Kevneşopya sermelek û xwedawenda Tavê ya Zerdûşt a ku hem nûnertiya gerdûnbûn û hem jî takekesbûnê dike, jiyanê dafiranîne, xwediya wateya baş, nûnera jiyana rast, bi taybetmendiyên şerker û tekoşer tê zanîn a Anahîta ye. Dîsa xwedawenda şer û serkeftinê ya ku bi gerdûbûna xwe tê nasîn, xwezayê zindî dihêle bi kevneşopiya Kîbele berdevam dike.
Kevneşopê û çanda vê şoreş û tekoşînê, îro di rastiya sedsala 21. de , dîsa li ser heman erdnîgariyê bi pêşengtiya jinê, bi hemî heybeta xwe ve serî li hember rastiya lanetrkiî ya dîrokê radike û xwe dide xuyakirin û mohra xwe li demê dide. Dera ku îro ev rastiya bi hemî aliyên xwe ve û bi rengekî şênber tê dîtin û jiyîn, ew cihê ku xwedawenda İştar textê xwe lê danîbû çiyayên Zagrosan e. Di vê wateyê de ji aliyê kevneşopiya dîrokî ve rastiya ku jin û çiya perçeyeke ji hev nabin derketiye holê.
Dualîteya çiya û şoreş, çiya û jin çima bi rastiya jinê re ewqas ketina nav hev û yekbûnekê îfade dike, girîng e. Bi vê ve girêdayî çanda xwedawendî û çawaniya xwe spartina hişmendiya azad, bi rengekî şênber perspektîfa wê, bingeh û çavkaniya wê çi bû û çawa bû? Çima çiya, çima çiya û jin? Çima çiya, jin û jiyan? Îro li heman erdnîgariyê dîrokê bi îro ve, îro jî bi duh ve kirina yek, bi erdema bûyîna jinê. Li ser serê çiyan bi hezaran jin meşa azadiyê û tekoşîna wê didin, ne ji xwe ve ye. Bi vî rengî em dibînin dîroka ku tê jiyîn çawa ku a duh e, di heman demê de ya îro ye jî. Pirsa em ji xwe bikin careke din tişta ku em bi dîrokê ve dane dîtin çi bû, kîjan wate û lêgerîn bû? Bi hev re heman hewayê hilmiştin, sedema bi heman hesasiyetê bi dildarî bi hev re jiyîn, sedema çiya hembêzkirinê, kelecan, şadbûn û kêfxweşiya wê çi bû? Em wek jin çi tiştî hişt ku em bi vê raz û nepeniyê re werin gel hev? Ev pirs belkî jî ji nav sedan û hezaran pirsan hinekin.
Çiya, ji aliyê kesên ku zanibin bi azadî bijîn, cihê serfiraziyê, azad fikrînê û jiyankirinê ye. Çiya, cihê herî kûr e yê lêgerÎn û şênberbûna wê ye. Çiya, stargeha jin û zilamên ku bi çand û ava jiyanê ya xwedawendan hatine mezinkirinin. Cihê çîroka berxwedanvan û egîdan e, cihê tekoşerên cesûr, netirsan û dildêran e. Çiya ew cihê ku kedkarî lê hatiye jiyankirin, hurmet hatiye berzkirin, pîrozkirin û bilindkirin e.
Dîroka ku jin û çiya ji hev qut nabin û bi hev re têne ser ziman, Rêber Apo rastiya wê bi van hevokan tîne ziman: li van çiyan min hewldaye ku ez grubên azad ên jinan bi xwedawendan silav û wisa bi wate bikim. Ji bo min dê jin an di nav pîroziya xwedawendiyê de bûya, an jî qet nebûya.
Hilbijartiina Rêber Apo ya cihê azadiyê ku ew jî çiya ye ji bo grubên azad ên jinan, çanda xwedawendiyê bi rastiya çiyan re rû birûkririn, di vê eksenê de civakbûna ku li dora jinê hatiye jiyîn û rastiya wê ya dîrokî, ji nû ve zindîkirin, şopên heqîqetê yê dîrokî derdibirîne.
Bêyî ku pişta xwe li wan bizivirînî, bi çanda dayika xwedawend re jiyîn, bi felsefeya jiyana azad û têkiliya azad bi jinê re jiyankirin, gelek mînakên dîrokî û civakî yên ku vê rastiyê diteyisînin hene. Yek ji van mînakan xwedayê şerabê yê ku di mîtolojiya Yewanan de derbas dibe Diyonsos e. Diyonsos ku bi koka xwe ji welatên Rojhilatê ye, li Anatolyayê yek ji xwedayê ku herî zêde tê hezkirine. Yek ji xisletê sereke yê Diyonsos ew e ku jinan dikşîne çiyan. Tugayên Bekka yên jinan ên ku navê xwe di dîrokê de dane nivîsandin, bi hev re hereketkirinê têne nasîn, li çiyayên Anatolyayê bi mûzîk û hunerê re mijûl dibin. Ev tugayên jinan, li dijî cihê şaristaniya navendî û dewletbûnê ku navenda wan bajar in, derdikevin. Ji bajaran û di esas de jî ji cihê ku êdî jiyan bi her awayî ve bi jehrê desthilatiyê ketiye, li şûna wê xwe dispêrin çiyayên bi heybet û azad. Her wiha li dijî malbatiya ku dewletê xwe tê de bicih kiriye, derdikevin. Tugayên jinan ên Bekka bi qasî ku li dijî jiyana bajaran a navendî ne, bi rengekî bê navber li hember zilamên bajaran jî di nav berxwedaniyê û şer de ne.
Zilam; van jinan wek kesên ku hesin û baqir bi destê xwe dişkînin tarîf dikin. Wek ku tê zanîn hesin û baqir sembola zilaman e. Ev jin xwedî wê taybetmendiyê ne ku li hember çanda baviksalarî tekoşer, xurt û şerker in. Encama ku em ji tercîhkirina Tugayên jinên Bekka ji çiyan re ya ku xwe dispêre jiyana azad derxin ew e; jina herî azad a ku bi şaristaniya navnedî re nebûye yek, neketiye nava pergala zilam e. Ew jinên çiyayî ne yên ku li dijî pergalê şer dikin û ew jinên ku qadên azad ava dikinin.
Rêber Apo ji van jinan re dibêje; jinên hunermend, jinên çiyayî. Tugayên Jinên Bekkayî sembola jinên azad wateya xwe dibîne. Ji aliyê Diyensos ve civakbûneke ku xwe dispêre jina azad pêş ketiye û jin li derdora Diyensos kom bûne. Sedema vê yekê jî ku Diyensos di nav periyên çiya de mezin bûye û jiyaye. Diyensos dibêje ku Kîbele dayika min e. Di vir de lçanda xwedawendî û çiya heye ku li pey jiyaneke azad û lêgerîna çanda jina azad heye. Di vê wateyê çanda Diyesos, çanda Kîbele ye. Ev çand biqasî ku ya xwedawendan e, nûertiya çanda jina çiyayî jî dike. Diyensos di heman demê de rêgeza bedewî û exlaq temsîl dike. Ketiye ferqa xweşikbûna jinê ya ruhî, hunerî û jiyanî. Ji ber van sedeman tugayên jinan ên Bekkayî bê dudilî li derdora Diyensos kom bûne.
Diyensos tevî ku di nav meclîsa xwedayan a Yewnanê de cih digere jî, bi çanda jinê mezin bûye, tercîha girêdana bi çanda xwedawendiyê kiriye. Tevî ku li xwekirina cil û bergên wî dişibin ê jinan û di nava xwedayên din ên Yewnanî de bûbe cihê tinazan jî, bi taybetmendiyên xwe yên civakî di nav gel de tê hezkirin û piştgirkirin. Yek ji xisletên Diyensos ê ku derketiye pêş jî, enerjiya wî ya ku pijiyayî teşe û formnegirtina wê û herikbarî ye. Bi qasî ku ev enerjiya veguherandiye enerjiya civakî, tercîha jiyaneke azad û têkiliyeke azad jî derxistiye holê.
Wek tê zanîn Hîlal zêrîn a silsileya Toros- Zagrosê biqasî ku di dîroka mirovahiyê de derketinên di asta şoreşê de kiriye, ji aliyê pêşketina jiyana civakî ve jî bûye erdnîgariya ku hemû rêgezên civakî yên yekemîn tê de pêşketiye.
Di vê wateyê de dema ku em pênaseya azadiyê bikin, tekoşîna jinê ya azadiyê ya ku di asta şoreşê de li vê erdnîgariyê û ji rastiya çiyayên Toros-Zagros cuda nayê destgirtin. Bi pênaseya azadiyê re, dîroka me ya azadiyê, em çima bi derketina ser çiyan û wateya çima li wir mayîn û çavkaniya hebûna jinê çima li wir lê digerin. Danîna pênaseya wê, ji aliyê pênasekirina diyalektîka dîrokî ve girîng e.
AKADEMİYA ŞEHÎD ZÎLAN (ZEYNEP KİNACİ)
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER