BERXWEDANA RÊHEVALAN
Îro roja dawî ya dersa Jineolojiyê ye. Jineolojiyê di hevalan de meraqek mezin ava kiriye. Di bingeh de Jineolojî 5 roj bû, lê îro em roja heftemîn de ne. Jineolojî çi ye, çima girîng e, zayendperestiya civakî hwd. tên nîqaşkirin. Dema mijar dibe jin, nîqaş zêde dibin. Komîsyon h. Batufa li ser dikê ye. Pir rexne dike û aciz dibe. Dixwaze em hemû biaxivin. Lê mixabin, 7 roj bû û me pir dirêj kir. Xweza û jin tê nîqaşkirin. Di vir de taybet aliyên me yên berjewendîperest tên nîqaşkirin. H. Batufa dibêje: “Hûn dibêjin bila bihar zû were, em giya bixwin. Yanî ev berjewendî ye.”
Heval bi her awayî li ber xwe didin. 9000 sal, 9 qatmanan di serê hevalan de nakokî ava kir. Zilam û xirabiyên van pir eşkere hatin vekirin. Di encamê de em gihîştin vê: zilam=zilm
Pirsgirêkên bingehîn ewe ku, li gorî heval Edessa, dengesizî di me de jî heye. Ev nayê qebûlkirin, em bi estetîkê re mijûl dibin û ne dengesiz in. Tabî ev henek in. Pirsgirêkên bingehîn di warê zîhniyetê de ye û di xwe guhertin û veguhertinan de ye. Xwedawend kom bûne, mijar dirêj in. Nînhûrsag, Kîbele, Îştar, Lîlît niha hemû rûnîştine û nanokiyên xwe diyar dikin, şîroveyên xwe kûr dikin. Bekaret jî pir hat nîqaşkirin. Xala dawiyê Rêbertî dibêje: “Bekarlık kişinin el değmemiş özgürlük bilincidir.”
Hevalan li ber xwe da; me sosyolog, psîkolog, zanyar, filozof û hemû sûcdarên li beramberî heqîqeta jinê derxistin holê. Em dev jê bernadin. Ders baş bû wekî tekmîl, lê zêêêêde dirêj bûûû…
Wekî agahiyeke dawî; îro nanpêj hene, hewa girtî ye. Lê li gorî rivayetan keşif heye. Bi rastî min jî fêm nekir.
Bikene, bikene…
Ronahî Agirî
FERMANDARÊ LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ.
Dayê li ser şopa Dewrêşê Evdî
Ji QENDÎL xwe berda deşta ŞENGAL
Rizgarkir axa bab û kalan ji destê neyaran.
Lêhengê bêhempa bi şahadeta te
Ezmana reş gire da li ser bejna Botan.
Fermandarê demê
di sekna te de heyecana rojên azad diherikîn.
Egidê hemdem
di meşa we de heybet û hêza serkeftinê mîsoger bû.
Fermandarê serdemê
bi pêşengiya te di çavên zarokên Şengalê de hêvî û bawerî daye afirandin.
Lawê Colemêrga rengîn
bi xatir xwestina te ya bê dem û zeman
nema li ber berojan gul û kulîlik di bişkûvin.
Fermandarê rûmeta gelan
ji QENDÎL heta Şengal û Botan
li ser çiyayê Herekola mîran li ser şopa îskenderê mezin
te li pêy şopa xwe destana DÎROKÎ afirandin.
Erê egîdê lêheng
ji ber koça te ya dawî çiyayê Zagros û Cûdiyê mîran
bejn û bala xwe di nav konê xemgîniyê de pêçane.
Fermandarê rûbiken
li ber firmêskên çavê te
sosin û beybûn di bişkuvîn li ser xaka Botan.
Erê heval ew sekna te ya bi xwe bawer û serbixwe
di ruh û hestên şervanên azadiyê de
hêz û heybeta serkeftinê daye afirandin.
MEDYA CÛDÎ (XİNİSÎ)
PAJK.ORG/TR/
YORUM GÖNDER