ARMANCA KOMPLOYÊ Û TÊKOŞÎNA AZADİYÊ!
Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî pêk hat. Di encama vê komployê de birêz Ocalan dîl hat girtin û wî ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Belê mijar ewqas ne kurt û rûxalî ye. Gelekî kûr û dirêj e. Ev komplo û dîlgirtina Ocalan bi pêşengiya NATO-Gladîo bi pêş ket. Ew hêzin ku tu dewlet, destilat û hêz li pêşberî wan nikarin rawestin. Him xwedî hêzin, him jî xwebaweriyek mezin bi wan re heye. Lê li gel ewqas hêzên mezin in lê li pêşberî birêz Ocalan û tevgera wî bi salan e ku nikarin encamekê bi dest bixin. Ji ber ku serkeftin bi dest nexistin serî li komplo û bêbextiyan dan.
Ev komplo ya 15’ê Sibatê, kiryarek li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê teva ye. Lewre birêz Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst têkoşîna Modernîteya Demokratîk û azadiya mirovahiyê dida. Ji ber vê yekê hemû hêzên hegemon ên navdewletî û hevkarên wan ên herêmî li dijî birêz Ocalan şerekî topyekun dan meşandin. Hemû hêz bûn yek. Ji demokratên wan bigirin heta sosyalîstên wan û heta temsilkarên hiqûq, edalet, demokrasî, parêzerên mafên mirovan hemûyan jî di dîlgirtina birêz Ocalan de xwedî rol bûn. Tev bûn şirîkê vê komployê.
Armanca komplogeran ew bû ku bi dîlgirtina birêz Ocalan têkbirina têkoşîna azadiyê ya PKK’ê, têkbirina fikir û felsefeya Ocalan a ji bo azadiya civak û mirovahiyê, şikandina vîna azad û berxwedêr bû. Ji ber ku mifteya rizgariya ji koledariyê ya azadiya kes û civakê birêz Ocalan bû. Ocalan bi fikir û ramanê xwe, bi birdozî û felsefeya jiyanê û bi avakirina nirxên mirovî û partîbûyînê tirsek mezin xistibû dilê hêzên hegemon û kapîtalîst. Tirsa komplogeran ew bû ku bi taybetî li Rojhilata Navîn û bi giştî jî li tevahiya cihanê gelên bindest li derdora fikir û paradîgmaya Ocalan bibin xelekek û li dijî polîtîkayên serdest û hegemonan ji bo azadiya xwe tê bikoşin. Lewre modela azadiya civakbûyînê, xwe bi xwe rêvebirin û neqebûlkirina polîtîkayên kapîtalîst bû.
Hêzên hegemon di esasê xwe de li dijî vê têkoşîna azadiyê ya birêz Ocalan û felsefeya wî bûn. Lewre di felsefeya Ocalan de azadiya civakê esas bû. Ocalan hêviya azadiyê û rizgarbûyîna gelan a ji kolederiyê bû. Nirxên ku ava kiribû hêz û bawerî dabû mirovahiyê. Roj bi roj ev hêvî û baweriya Ocalan a di nav gelan de mezin dibû. Ev yek ji derveyî polîtîkayên serdest û hegemonan bû. Ji lewre jî serî li komployek wiha dan. Di bingeha xwe de ev komplo di şexsê Ocalan de bi taybetî li dijî gelê kurd û bi giştî jî li dijî gelên bindest ên têkoşîna azadiyê dimeşandin bû.
Ocalan, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan têkoşîna azadiyê dimeşand. Ji ber wê nirxekî mezin bû. Em bala xwe bidinê nirx û pîrozî di encama keda mirov û civakan de tê afirandin. Lê belê ked û têkoşîna pîroz a birêz Ocalan bi xwe, ji bo civakan bû nirxekî mezin. Ji bo demokrasiyê, ji bo wekheviya gelan, nirxekî dîrokî ye, raman û felsefeya wî nîşaneya vê ye. Lê belê hêzên serdest û hegemon, di şexsê Ocalan de li dijî gelan, nirx û pîroziyên wan dijminatiya xwe nîşan dan.
Dibe ku komplogeran dihesiband ku bi dîlgirtina Ocalan bigihêjin armanca xwe. Lê bi ya wan nebû. Li pêşberî ewqas hêzekî mezin ya NATO-Gladîo û hemû hêzên navdewletî birêz Ocalan di şert û mercên xwe yên dîlgirtî de hesabên wan serobin kir. Berxwedaneke bêhempa meşand û têkoşîna ji bo azadiyê bi paradîgmaya xwe ji xeyal û fikrê wêdetir şênber kir. Li Rojava û Şengalê ew fikir û ramanên Ocalan teşe girt.
Em bala xwe bidinê di qonaxa îro de di warê siyasî û leşkeri de gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî rist û misyonekê ye. Aktorekî sereke û xwedî hêzeke xweser e. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bêyî birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê li Rojhilata Navîn nikarin çareseriyekê pêş bixin. Her çiqas bixwazin ku bêyî kurdan li gorî xwe teşe bidin vê nexşeyê lê belê ev nepêkan e. Bi taybetî jî ev 10 salên dawî vê yekê bi awayekî zelal raxist ber çavan. Pergala ku li ser bingeha paradîgmaya birêz Ocalan hatiye avakirin (di warê xwerêvebirin û xweparastin de) hemû hêzên herêmî û yên navneteweyî matmayî hişt. Ev ispate ku tu dek û dolab, tu lîstik û komplo li dijî fikir û felsefeya birêz Ocalan bi ser nakeve. Hewildana komplogeran jî vala ye. Lê êşên mezin bi gelê kurd didin kişandin.
Ya girîng li pêşberî ev têkoşîn û berxwedana birêz Ocalan a ji bo gelê kurd û mirovahiyê pêwîste gelê kurd û tevahiya gelên din ji bo azadiya Ocalan di nav hewildaneke mezin de be. Divê ev bê zanîn, heta Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe, nabe xwedî statuyeke siyasî û çareseriyeke mayînde çê nabe. Pêwîste gelê kurd û partiyên siyasî vê yekê baş fêhm bikin û di vê çarçoveyê de têkoşîna azadiyê pêş bixe. Lewre komplo bi rengên cûda berdewam dike û ya girîng li pêşberî hêzên xêr nexwez û komploger encax bi yekitiyeke wêrekî azadî misoger bibe. Yanî mirov dikare bêje li dijî komployan yekitî misogeriya rizgarî û azadiyê ye. Lewre birêz Ocalan ev bîr û bawerî avakiriye, nêrîn û birdozî pêş xistiye, nirx avakiriye û bi xwe bûye nirxekî pîroz. Lewma jî pêwîste hemû civak xwedî li vî nirxî derbikeve û biparêz e.
Ocalan di Girava Îmraliyê de hemû planên komplogeran vala derxist û bi fikir û ramanê xwe paradîgmaya ku afiran îro li Rojava, Şengal, Mexmûr û deverên din hêviyê dide derdora xwe. Wekî şewqekê li Rojhilata Navîn ronahiyê belav dike. Ev êrîşên faşizan ên li van deveran û herêmên azad ji ber vê yekê ye. Ji lewre jî pêwîstî heye ku her kesên azadîxwaz, demokrat, sosyalîst û bi taybetî jî kurd ev meşaleya ronahiyê ya ku birêz Ocalan pêşkêş kiriye li her derê belav bikin ku tarîtiya li ser heqîqeta mirovahî û civakbûyînê ji holê rabe. Ger azadiyeke civakî pêkan be ew jî bi azadiya Ocalan ve girê dayî ye. Azadiya Ocalan, azadiya mirovahî û civakê ye. Di heman demê de azadiya Ocalan û pêşketina modernîteya demokratîk a paradîgmaya Ocalan, têkçûyîna komploger, serdest, hegemon û têkçûyîna NATO-Giladiyo û modernîteya kapîtalîst e. Lewma divê her kes di vê çarçoveyê de nêzî mijarê bibe, şermezarkirina komplo û komplogeran bi pêşxistina têkoşîna azadiya Ocalan û avakirina modernîteya demokratîk tacîdar bike.
ZEYNEL BULUT
YORUM GÖNDER