KURTEDÎROKA XIYANETA MALA BARZANÎ (BEŞA YEKEMÎN)
Berî her tiştî eger em bêjin KDP (PDK), em neheqiyê li kesên durust ên di nava KDP’ê de dikin. Ji ber ku mala Barzanî xiyanetê li KDP’ê jî dike.
Eger em bêjin mala Barzanî jî em xedrê li kesên durust ên di nava Barzaniyan de dikin. Kesên wekî Eyûb Barzanî û Ethem Barzanî û yên din…
Di vir de eger em behsa Mala Barzanî dikin, bêguman zarokên Mele Mistefa Barzanî û Mele bi xwe ye. Ne xelkê Barzanê û malbata Barzanî giştî…
Ka em awirekî bidin ser dîrokê û bizanin kengê û çawa xiyanek li Kurd û Kurdistanê kirine.
Xiyanet li Rêbaza Qazî Mihemed kirin
Mele Mistefa Barzanî cara pêşî xiyanet li rêbaza Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ya li Mehabadê kir.
Piştî ku hewildanên Kurdên Başûr li dijî Iraqê bê encam man û serhildan hatin fetisandin, Mele Mistefa li ortê ma.
Qazî Mihemed li Komara Kurdistanê deriyê xwe ji mala Barzanî re vekir. Tevî Mele Mistefa Barzanî 2 hezar malbat ku nifûsa wan 10 hezar bû û ji wan 3 hezar çekdar û pêşmerge bûn anîn Mahabadê û cî da wan. Qazî Mihemed hem cî da wan û hem jî wezîfe. Mele Mistefa kire Generalê Şer. Lê mixabin dema qewimî û şer lazim bû, Mele Mistefa Şer nekir, derket û çû Soviyeta ku xiyanet li Komara Kurdistanê kiribû û pişta xwe dabû kurdan.
Yê ku Qazî Mihemed û hevalên wî îdam kirin Mihemed Riza Şahê Pehlewî bû. Mele Mistefa Barzanî piştî ku ji Soviyetê vegeriya bû hevkar û hevalbendê qatilê Qazî Mihemed û alîkariya Şahê Îranê kir. Kurê wezîrê karê hundir ê Komara Mahabadê Suleyman Moînî kuşt û cenazê wî da Îranê. Partiya Qazî Mihemed xistine hal û rewşeke wisa xirab ku nikarin ala Komara Kurdistanê ya Mahabadê jî biparêzin û neçar kirine ku ala Başûrê Kurdistanê hildin.
Mele Mistefa Barzanî li Soviyetê bû, A. Kerîm Qasim li Iraqê darbe pêk anî û bû desthilat. Ibrahîm Ehmed, Mam Celal û hevalên wan Komîteya Siyasî ya PDKê aktîf kiribûn û xebata wan dewam dikir. Sala 1958’ê Barzanî vegeriya Iraqê. Piştî ku vegeriya çû herêma Barzanê û ji rêya dûr hewil da PDK’ê bi rêve bibe. Hem di dijî Komîteya Navendî ya Partiyê dixwest xwe bi hêz bike û hem jî dixwest partiyên ku jê re bibin reqîb têk bibe. Lewre di salên 60’î de êrişî Partiya Kominîst (Hizbî Şûî) kir.
Li hêla din li Rojhilat jî hewildan hebûn.
Mihemed Emîn Moînî bavê Suleyman Moînî (Fayîq Emîn) di serdama Qazî Mihemed de wezîrê hundirîn ê Komarê bû. Suleyman Moînî wê çaxê ciwan bû û di baskê ciwanan de kar dikir.
Piştî hilweşîna Komarê hewildanên wan dewam kirin. Suleyman Moînî ji ber kar û xebatên siyasî sala 1958’ê ji aliyê rejîma şah ve hate girtin. Piştî ku ji zindanê xilas bû, bi awayekî aktîf dest bi şoreşê kir. Demekê li başûrê Kurdistanê xebat kir. Wî didît ku Barzanî partiya Qazî Mihemed fetisandiye û dengê wê biriye. Dixwestin ku partiyê ji nû ve aktîf bikin. Lê mele Mistefa û hevalbendên wî li pêşiya wan dibûn asteng. Nedixwsetin aktîf bibe.
Mele Mistefa Barzanî piştî ku Hizbî Şûî bê hêz kir, berê xwe da PDK’ya ku bi xwe serokê wê bû. Ji ber ku wan pêşengiya Şoreşa Îlonê ya sala 1961’ê kiribû.
Li hincetekê digeriya ku Komîteya Navendî yanî mekteba Siyasî têk bibe. Tim bi şik û guman nêzî wan dibû. Wan çi bigota berovajî dikir.
Li ser vê yekê Dr. Mehmûd Osman ku wê çaxê Doktorê taybet ê Mele Mistefa Barzanî bû wiha dibêje:
Heyetek ji Rojava hate başûrê Kurdistanê. Di nava heyetê de Hemîd Derwêş û Xalid Muşayeq û hin kesên din hebûn. Dawiya sala 1962’an 20 rojan bi pê hatibûn û xwestin Rêveberiya Şoreşa Başûr bibînin. Ew pêşî çûn navenda Partiyê û Mekteba Siyasî ziyaret kirin. Piştî ku Mekteba Siyasî ya KDP’ê dîtin li ser rêya xwe hatin ba Mele Mistefa jî.
Navenda Partiyê hinek şîret li wan kiribûn û rê danîbûn ber wan. Lê Mele Mistefa tersî wê ji wan re got. Mele Mistefa Barzanî got, ez nizanim wan ji we re çi gotiye, lê çi gotibin ji bîr bikin, hûn ters û berovajî wan bikin.” Barzanî ev qas ji Komîteya Navendî aciz bû û li dijî wan bû.
ÎKRAM BALEKANÎ (NÛÇE CİWAN)
YORUM GÖNDER