ŞERÊ TAYBET
ŞERÊ TAYBET ÇI YE? (1)
“ŞERÊ TAYBET”, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, rêbaza nû ya tevgera mêtingertiya nû yê nû ye ku di şûna wê de hatiyê bicihkirin.
Emperyalîzm û mêtingerî serweriya xwe ku di demên berê de rasterast bi artêşên xwe pêk dianî di roja me ya îro de êdî bi destê artêşan û rêveberiyan pêk tîne. Ji bo vê jî talan û dagirkerî veşartî ye. Şer jî bi vê ve girêdayî ne di navbera hêzên dagirker û gel, lê bi awayê bihevxistina gelên heman welatî, bi derxistina artêşên kûkla an jî bi derxistina yekîneyên qontra-gerîla yên ji sivîlan pêk hatî ya li hemberî gel û civakan pêk tê. Ji bo vê di mêtingeriyên nû de artêş li gorî şerê hundirîn hatine birêkûpêkkirin.
“ŞERRÊ TAYBET” wekî di dema mêtingertiya klasik de li ser bingeha zordariya vekirî û çors nayê meşandin. Zordariya ku çors, aşkera û yekser hate meşandin, bertek ava kirin; zordariya aborî, derûnî, siyasî çandî bi aliyê “Şerê Taybet” ê zordariya leşkerî re ketiye zik hev de. Gelek serekeyên wekî avaniya civakî, pêkateya etnolojik, cudaxwaziyên olî, derawaya jeopolîtîk, taybetmendiyên dîrokî, avaniya iktîsadî û her wekî din ew yekînê ne ku “Şerê Taybet” li ser wan bilind dibe.
Diyardeya ku em wek ŞERÊ TAYBET digirin dest, awayekî şer e ku di domahiya şaristaniyên çînî de wek amrazeke pêkutî û serweriyê ya bi bandor hatiye bikaranîn. Awayekî şer e ku li gorî şert û mercên diguherin tê domandin.
Rêber Apo vê rastiyê diyar dike ku; Pevçûnên di serdema civakên komînal de di navbera qebîleyan de hatine jiyîn, ne şer e. Datîne holê ku ”şerên di serdema despêkirina derketina çînan, bajaran, mêtingerî û dewletê de tên jiyîn, gelkî cuda ne û encex ji tiştên di wê demê de hatine jiyîn re şer were gotin.”
Şerê Taybet di wateya têgeh de, balê dikişîne ser rastiya derbaskirina şerê di sedsala bîstan de bi rêzikan ve hatî girêdan jî. Ji vê re jî dibêje “Şerê Bê rêzik.”
Heke bêrêzikîtî wek çerçoveyekê giştî were nirxandin û her tişt tê de were bicîhkirin, hingê dibe ku çêbibe. Di şerê ku jê re şerê taybet tê gotin de tenê bi awayê leşkerî têkbirina dijmin û pê danpejirandina vînê, ne mijara gotinê ye.
ŞERÊ TAYBET, ne meşandina siyasetê ya bi amûrazên tundiyê ye, lê amûrazên tundiyê jî digire nava xwe. Ji lew re ŞERÊ TAYBET, wî şerê ku ji aliyê serdest û mêtingeran ve li hemberî gel û civakê tê, li her qadê tê meşandin, lê nehatiye îlankirin, sembolîze dike.
Tenê qadên aborî, siyasî, leşkerî û çandî nakevin ber çerxa şerê taybet. Di heman demê de bi awayekÎ giştî şerê li hemberî mirov û civakê jî dikeve ber. Bi kurt û kurmancî her tiştê têkilîdarî civakê dikeve ber çerxa ŞERÊ TAYBET.
Rêber Apo hêna firehtir wiha dibêje: “Heke em ŞERÊ TAYBET di wateya teng de wek bi rêyên xapandinê ango bi rêbazên wekî tertip, qomplo, fêlbazî, suîqast, lêdana ji paş ve avakirina naqokiyên nav xweyî, berdana hev, leyîstina dualî, kirîn, bêkesayetkirin, bikaranîna ji bo berjewendiyên xwe, provoqasyonan tasfiyekirin an jî beralîkirina reqîp bigirin dest; ŞERÊ TAYBET û çîna Tirk a serdest û artêşa wê bi awayekÎ şidandî girêdayÎ hev in; wekÎ goşt û neynokê.”
Dîsa hêna balkêştir Rêber Apo tespîtên wek: “Cewherê şerê taybet, ew rêbaza serwertiyê ye ku civakekê ji ber naqokî û lewaziyên wê yên hundirin berbide hev û serweriyê bidest bixe” dike. Û domandina xwe de jî: “Vêya ku bi serê xwe wek rêbazeke şer tê bikaranîn, digel ku nû yê jî, ŞERÊ TAYBET, awayê dersên ji ezmûnên şer ên berê hatiye kurtekirin e” dibêje.
Lê gerek naye bîra kirin ku Rêber Apo dema Şerê Taybet dinirxîne vana jî bi lêv dike. “Şerê Taybet di esas de di şert û mercên ku dengeya hêzan bi aleyhê hêzên serdest de dest bi xerabûnê dike de derdikeve holê. Bi rêya şerên taybet ji nû ve avakirina aramiyê (îstîkrar) tê xwstin. Emperyalîzm, ji dengêyên di aleyhê xwe de car din vegerîne lehê xwe, serî li rêbazên şerê taybet dide. Ev jî bi awayê xerakirina aramiyê bipêş dikeve.”
Di Kurdistanê jî vê rastî Rêber Apo wiha îfade dike: “Raza serkeftina ku Kurdisatan kariye hetanî niha di bin serweriyê de were girtin, ew e ku lewazî û naqokiyên me ji aliyê dijmin ve baş tên zanîn û bikaranîn.”
Hevalê Abbas ango Duran Kalkan jî di nirxandinek xwe ya giran biha de peywendî dewlet û şer û dewlet û şerê taybet wiha girêdide. “Bi şerê taybet dewlet, dibe takekes û civak. Takekes dibe dewlet û ji mirovbûnê derdikeve. Civak ji civakbûnê derdikeve û tunê dibe. Li şûnê tenê dewlet dimîne. Va ye ŞERÊ TAYBET tê wateteya vî şerî.”
Dîsa Duran Kalkan wiha gotinên xwe didomîne: “Şerê taybet, dibe şêyekî şerê ku li hemberî vînên dixwazin azad bimînin, azad bibin, ji bo terorîzekirin, qetilkirin û tepisandinê hatiye bipêşxistin… ŞERÊ TAYBET, awayê şer ê nerm e jî: “Çawa ku em dikarin hîleyê wek xapînê pênase bikin, em dikarin wê wek pê danîna hinek rastiyan jî gelemperî pênase bikin. Di bihevrebûna bi zorê de di xesipkirina ked û nirxan de, di kolekirinê de rebazeke din a hêj bibandor jî hîlê û îkna ye. Di vê wateyê de jî qadek e ku mirov bixapîne û di hinek tiştan de îkna bike. Ev dibe çi? Dibe êrîşa bîrdozî, dibe hegemonya bîrdozî.”
Şer wek çalakiya wek tunekirina fizîkî ya aliyê dijmin tê dîtin, an jî hikumkirina li ser vîna wî tê pênasekirin. Binihêrin, pevçun û her wekî din, rêzeçalakiyên girêdayî tevgerrên leşkerî, wek şerê germ tên nirxandin. Di vî awayê şer de wek esas encamgirtina bi tunekirina fizîkî tê pêşdîtin. Bi derbaskirina tevgerê ya artêşên bi çekên herî giran hatî gurçûpêç kirî, xwegihandina hedefê tê xwestin. Şerê taybet jî dibe awayê vê yê herî bipêş ketî ku herî zêde dagirkirina hiş û hestan armanc dike. Bi vê sepanê, li kêleka wek fizîkî tunkirina aliyê dijmin tê dîtin, lê belê jî vê jî bêhtir bi bandorkirina li ser hiş, hest û tercîhan hikumkirina li ser vînê tê pêşdîtin. Bi vê rêyê girtina bin venêranê, manîpilekirin û arastekirin tê armanckirin. Di vê wateyê de şerê taybet diyarkirina fikirîna takekes û civakê, liv û tevgerîna takekes û civakê, awayê jiyan, ret û qebûlên takekes û civakê hedef dike. Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi awayekî bêrêzik her cure amûraz û rêbazan dixe dewrê. Ji bo têkbirina yê ku dijber tê dîtin, bi amûraz û rêbazên cûr bi cûr, bi plansaziyên tevlîhev û amadekariyên bihdêz ku xwe dispêrin staratejiyên demdirêj yên ji yek navendê tên amadekirin û venêrandin, derbasî pratîkê tê kirin. Bi vî awayî bêyî derbaskirina artêşan a nava şer, qezenckirina şer tê xwestin. Li ser hest, raman û tevgerînên takekes û civaka wek hedef hatî diyarkirin, tê hikumkirin. Hêz û vîna ku kes an jî civak pêşketinan jêpirsîn bike û bi aqilê rexnegir ê azad bigire dest, ji holê tê rakirin. Vîna cewherî, tercîha bizanatî tê şehtkirin, hêza ku takekes û an jî civak bi pîvanên ret û qebûlê hesaban bike, tê tunekirin.
Bi vê rêyê mirov ji xwebûnê tê derxistin û dibe peyk ango dûvik.
Hedefa vî şerê ku xwe nasipêre ti rêzikê, tevahiya civakê ye. Amûrên wê jî her tiştê ji armancê re xizmet dike ye. Bi şerê taybet ê bi vî şêweyî tê sepandin, helbet belavbûna civakîbûnê, reşkirina hişmendiyê, berevajîkirina baweriyê, elmandina mirov a koledariyê tê armanckirin. Bi vî awayî afirandina civakeke ku dikare were venêrandin, tê xwestin. Afirandina civakeke ku dikare were venêrandin, gava were xwestin têxe tevgere, bigire bi venêranê, li gorî tê xwestin were bi têşekirin buye bûjena (madde) xam tê xwestin.
Ş. QASIM ENGÎN
YORUM GÖNDER